Paqijkirina Tengava Hurmuzê ji mayinan dibe ku 6 mehan dewam bike

Li gorî Pentagonê, paqijkirina Tengava Hurmuzê ji mayinan dibe ku bi mehan dewam bike. Vê rewşê rewşa nediyar a li ser bazara enerjiyê ya global zêde kir.

Li gorî pêşkêşiyeke veşartî ya Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li Kongreyê, paqijkirina Tengava Hurmuzê ji mayinên deryayî dibe ku şeş mehan dewam bike. Li gorî agahiyên ku ji aliyê The Washington Postê ve hate eşkerekirin, dibe ku Îranê li tengavê û derdora wê zêdeyî 20 mayin bi cih kiribe.

Li gorî rayedarên DYE'yî, hin ji van mayinan bi bikaranîna teknolojiya GPS'ê ji dûr ve hate danîn, hinek ji wan jî bi keştiyên biçûk li nava deryayê hate bicihkirin. Ev rewş karê tespîtkirina mayinan û bêbandorkirina wan zehmet dike. Pentagonê îdîa kir ku hin agahiyên di nava nûçeyê de "rast nîne".

Rewşa li Tengava Hurmuzê ku parek ji pênc parên trafîka petrolê ya cîhanê lê ye, ji bo bazara enerjiyê krîtîk e. Muxafizên Şoreşê jî beriya niha hişyarî da bû ku qadek ji 1.400 kîlometreçargoşeyî ya li herêmê dibe ku "metirsîdar" be.

Serokê DYE'yê Donald Trump hefteya derbasbûyî îdîa kir ku Îranê dest bi rakirina mayinan kiriye, lê belê ev îdîa ji aliyê Îranê ve nehate piştrastkirin.